UNICEF: Li Xezayê kêmasiya xwarinê bandoreke 'wêranker' li ser pitikan dike

UNICEF'ê ragihand ku li Xezayê, kêmasiya giran a xwarinê di nav jinên ducanî û yên şîr didin de, li ser zarokên nûbûyî 'bandorên wêranker' çêdike.

Berdevka UNICEF'ê, Tess Ingram, di daxuyaniyekê de got: "Rastiya li Xezayê pir zelal e: Dayikên ku kêmasiya xwarinê dijîn, pitikên prematûre (zûbûyî) an jî bi kîloyeke kêm tînin cîhanê. Ev pitik yan li beşa lênêrîna awarte dimirin, yan jî heke sax bimînin, bi pirsgirêkên giran ên xwarinê û tevliheviyên tibî re têkoşînê dikin."

Li gorî daneyên UNICEF'ê:

Di sala 2022'an de, rêjeya pitikên bi giraniya kêm (bin 2,5 kg) %5 bû (mehê 250 pitik). Di nîvê yekem ê 2025'an de, her çend zayîn kêm bûne jî, ev rêje derketiye %10 (mehê 300 pitik). Di navbera Tîrmeh-Îlona 2025an de, ji 38% ê jinên ducanî yên hatine lêkolînkirin, wekî kêmasiya xwarinê ya zêde hatine teşxîskirin.

Di meha Cotmehê de, UNICEF û hevkarên wê, ji 8.300 jinên ducanî û şîrdanê re tedawiya kêmasiya xwarinê ya zêde pêk anîn; ev tê wateya mehê 270 jin. Beriya Cotmeha 2023an, kêmasiya xwarinê di vê komê de hema hema nehatiye dîtin.

Tess Ingram destnîşan kir ku wê li nexweşxaneyan gelek pitikên ji kîloyekê kêmtir jidayikbûyî dîtine û got ku rîska mirinê ya pitikên kêmkîlo, li gorî yên din 20 qat zêdetir e.

Li gorî UNICEF'ê, hejmara pitikên ku li Xezayê di roja jidayikbûna xwe de dimirin jî %75 zêde bûye:

Di sala 2022an de, mehê 27 pitik dimirin. Di serdema Tîrmeh-Îlona 2025an de, ev hejmar derketiye 47an.

UNICEF'ê diyar kir ku astengkirina hinek kelûmelên bijîşkî ji aliyê rayedarên Îsraîlê ve, rewşê xirabtir dike û bi taybetî bang kir ku deriyê sînor ê Refahê ji bo qamyonên alîkariyên mirovî were vekirin.